ABC

Osman Mehmed - Tobe Tobe
текст песни

4

0 человек. считает текст песни верным

0 человек считают текст песни неверным

Osman Mehmed - Tobe Tobe - оригинальный текст песни, перевод, видео

De wey lê lê, wey lê lê, wey lê lê, wey lê lê, wey lê lê, wey lê lê, wey lê lê
Lo lo kuro ji Hemikê hetanî Hemayê
Lo êtîmo ji Moselê hetanî Bexdayê
Ez jî gelek geriyam, mi ji te rindtir û bedewtir nedî li ser rûyê dinyayê
Le bêbavê bedewiyate mînanî bedewiya Zulêxayê
Rindîtiya te mînanî rindiya Zînê Memo, bê di binê ebayê
Porê te dirêj e mînanî şirîtê konê Zor Temir Paşakê Milî, meriv germa havînê kona xwe be here deşta Heranê gulikan û gulbenda ji porê te berde Deşta Urfayê
Ez ê li sûretê te dinêrim mînanî lokosê û findê û çirayê
Le bêbavê Xwedê dizane du dilê rezil ku seh kirî di heft saliya xwe da li ser hevdû bengî be, yek bisekine di mal da yek sewdalî be bikeve dinyayê
Tobe, tobe, tobe, tobe, tobe, tobe tobe Gewrê
Ez tobedarê destê te me tobe, tobe, tobe, tobe Gewrê
De wey lê lê, wey lê lê, wey lê lê, wey lê lê, wey lê lê, wey lê lê
Kuro ez sekinîm li ser xanî, mi dî delaliya dilê mi xwe dabû ber sivderê
Min ê bi çava îşaret kirî, wê bi desta, min û kewa xwe yî gozel bi hevra şertekî girtî, ew ê bi xizêmê, mi bi xencerê
Tobe, tobe, tobe, tobe, tobe, tobe tobe Gewrê
Min û kewa xwe bi hev ra şertekî girtî, ew ê bi xizêmê, mi bi xencerê
Lê lê keçê ez ê bi sozê te nizanim Rebê alemê pê dizane tim û daîm, dilê mi evdalê Xwedê li ser soz û qirara dewra berê
Tobe, tobe, tobe, tobe, tobe, tobe tobe Gewrê
Ez tobedarê destê te me tobe, tobe, tobe, tobe Gewrê
De wey lê lê, wey lê lê, wey lê lê, wey lê lê, wey lê lê, wey lê lê, wey lê lê
Lo lo kuro îro gewra mi sekinî li ser xanî, genim tev da
Îro mi dî delaliya dilê mi sekinî li ser xanî, genim tev da
Mi dî sira serê sibê qey bayê ecem lê dixistî, îro serê şê û şêbiskê gewra mi li hev da
Tobe, tobe, tobe, tobe, tobe, tobe tobe Gewrê
Ez tobedarê destê te me tobe, tobe, tobe, tobe GewTobe, tobe Gewrê.

Другие песни исполнителя:

Все тексты Osman Mehmed

Верный ли текст песни?  Да | Нет